Şaxa Kurdî-Der'a Cizîrê

Şaxa Kurdî-Der'a Cizîrê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî

"Hêro" an jî "kulîlka hespan"
29/07/2016

"Hêro" an jî "kulîlka hespan"

Gelo hûn ji vî gihayê kulîlkzer re çi dibêjin?
26/06/2016

Gelo hûn ji vî gihayê kulîlkzer re çi dibêjin?

Ziman tehma hemû fêkiyan e. Lewre fêkiyê herî biçêj ziman e.
19/06/2016

Ziman tehma hemû fêkiyan e. Lewre fêkiyê herî biçêj ziman e.

12/06/2016

Qeydên Kursên kurdî dest pê kiriye.
Piştî cejna Remezanê kursên kurdî wê bên dayîn. Herkes dikare serî li kurdî-derê bide....

Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdîaxêvan pîroz be. Ziman nasnameya neteweyan e
16/05/2016

Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdîaxêvan pîroz be.
Ziman nasnameya neteweyan e

13/05/2016
Roja rojnamegeriya kurdî li miletê kurd pîroz be !22ê nîsanê roja rojnamegeriya kurdî ye. Rojnameya kurdî ya pêşî Kurdis...
22/04/2016

Roja rojnamegeriya kurdî li miletê kurd pîroz be !

22ê nîsanê roja rojnamegeriya kurdî ye.
Rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistan di 22yê nîsana 1898an da, berî nuha 118 salan li paytexta Misrê li Qahîreyê ji alî lawê Mîr Bedirxan, Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin.
Cara pêşî di sala 1973an da, 75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, li Kurdistana başûr 22ê nîsanê wek roja rojnamegerîya kurdî hat qebûlkirin.
Ji wê rojê da ye kurd hersal di 22ê nîsanê da derketina rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistanê bi gelek aktîvîteyên cuda pîroz dikin.
Li ser hev 31 hejmarên rojnameya Kurdistanê derketin.
Çapa pêşî(28 hejmar) di sala 1972a da li Kurdistana başûr ji alî Dr. Kemal Fûad ve û çapa duduyan jî wek du cild di sala 1991ê da ji alî M. Emîn Bozarslan ve li Swêd bi tîpên erebî û kurdiya latînî hat weşandin.
Ji bo ku ji me ra rojnameya Kurdistanê derxist û miletê xwe kir xwedî rojnameya pêşî em kurd çuqasî minetdar û spasdarên Mîqdat Midhet Bedirxan bin jî hindik e, hezar carî mala wî ava û gorra wî buhuşt be.

12/04/2016

xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
naqosên dêran kerr...
minare kin...
doktrînên dekolte lixwekirî evdal...
sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû
damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne
barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko
hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî
xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re
vokalîstiyê bike
(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)

peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li
ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar
dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,
aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm
dibe kşdimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min d**e di
devê min re derkeve ji qehra...

çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan
çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û
çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê
gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, min
venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir,
maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim, bi qasî yez-
danekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez,
min diafirand di çarmixan de, min her çavê xwe li destmal-
ka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand, bi îskeîskeke zen-
garî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam,
goştê hov ji te re ricifeke ruh divê,
nêrîneke şêtiya şûran divê,
ez heta qirikê binicihê tirbê .............................hilnayêm janya .............................hilnayêm porkurê .............................di tirban de hilnayêm ha! ! !

a li eniya te nivîsî ne ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê
min e, dengê min diêşe, welê bi sewteke berz û peritî min
dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te, çirreke şiîr
didoşim ji hewraniyên sipîboz ji bona çivîkên çavên te xwezî
janya min îmana te ya rewnaq bihewanda, xwezî berxê ji
xeynî te pê ve, bi tşfikaran min tehma hişê xwe xera nekira,
bêxem min tşli suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigeren-
da, di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te biki-
ra zîndana zimanê xwe
lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
ez hêmayeke heyama hewaran,
di herban de nîşangeha riman
serî gog, çav xar, zikçirîyayî
fermo janya êdî tşdikarî xwe bikujî

RÊNAS JIYAN
JANYA

10/04/2016

her tişt temam e li vê jiyanê
te go kêmasî
ji bilî welatekî
ji bilî evînekê
ji bilî hêlînekê
ji bilî xewn û xeyalekê
ji bilî ewrekî rûbiken ê li kêleka tavê
ji bilî hêviyeke mîna roniya hîvê
û
ji bilî te
her tişt
her tişt temam e

KRÎSTÎN OZBEY
" HER TIŞT "

07/04/2016

Ji çavên bajaran êş tê xwendin
Peyv bi peyv
Gotin bi gotin
Pel bi pel
Wate bi wate
Hin caran ji çavên Cîzîra hilweşiyayî
Hîn caran ji bedena Mehabada ya di sêdarê de hilawestî
Hîn caran ji Amûda di nav pêlên şewatê de hêsîr
Hîn caran ji Helebca jehredar
Hîn caran ji dilê Dêrsima birîndar
Hîn caran jî
Ji Kobanî ya ji koçberên xwe bendewar

Ji çavên bajaran êş tê xwendin
Dergeh bi dergeh
Kolan bi kolan
Tax bi tax
Mal bi mal

Kadîr Çelîk
Mijdar 2015

Çavkanî ; ji rupela hest û helbest

Address

Namık Sokak
Cizre
73200

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Şaxa Kurdî-Der'a Cizîrê posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Shortcuts

Share