21/02/2022
Helbesvanê ku navê wî li hezaran zarokî hatî kirin: Hejar Mukriyanî
Helbestvan û wergervanê Kurd Hejar Mukriyanî di salvegera wefata xwe de tê bibîanîn. Hevalên helbestvan Hejar di salvegera mirina wî de behsa wî dikin.
Helbestvan û wergervan hejar mukriyanî di 21’ê Sibata 1991’de di 71 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Helbestvan Hejar ku di nava wêjeya kurdî de xwedî cihek giranbûha ye di heman demê de wergervanek bi nav û deng e.
BERHEM Û JİYANA HEJAR
Helbestvan Hejar di demek ku kurdî û wêjaya kurdî di bin qedexeyek hişk de bû gelek berhemên edebî/wêjeyî nivîsand.
Çend pirtûkên ku Hejar nivîsiye ev in:
-Ala Kok: Yekemîn dîwana Hejar e. Di sala 1945an de hatiye çapkirin.
-Henbana Borîne: Ferhenga Kurdî-Farisî ye. Ev ferheng ji 70 hezar peyvan pêk tê.
-Çeştî Micewir: Pirtûka bîranînên wî ye. Ev pirtûk li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pir hatiye xwendin. Hejar di nav bîranînên xwe de gelek peyv, biwêj û gotinên pêşiyan ê ku hatine ji bîrkirin bikar aniye.
-Bo Kurdistan: Helbest
-Beytî Seremer: Helbest
WERGERÊN WÎ
Hejar wergerekî bi nav û deng e. Çend pirtûkên ku wî wergerandine jî ev in:
-Kanûn Der Tib: Berhema navdar a Îbn Sîna, bi heft cildan ji erebî wergerand farisî.
-Kur'anî Pîroz: Wergera Quranê ya bi kurdî (zaravayê soranî) ye.
-Mem û Zîn: Berhema Ahmedê Xanî ji kurmancî wergerandiye soranî.
-Çarînekanî Hayyam: Rûbaiyên Xeyam ji farisî wergerandiye kurdî (soranî).
-Şerefname: Berhema Şerefxanê Bedlîsî ji farisî wergerandiye kurdî (soranî).
-Mêjûyî Erdelan: Berhema Mah Şeref Xanim ji farisî wergerandiye kurdî (soranî).
-Hejar çar berhemên Elî Şerîetî jî wergerandine kurdî.
BIRAYÊ SADIQ SEREFKENDÎ YE
Navê Hejar yê rastî Abdurrahmanê Şerefkendî ye. Ew, birayê Dr. Sadiq Şerefkendî yê mezin e. Wekî te zanîn Dr. Şerefkendî sekreterê giştî yê PDK Îranê bû û di sala 1992’an de li Berlînê hat qetilkirin. Şerefkend navê gundê wan e. Gundê Şerefkendê girêdayî Mehabadê ye.
Helbestvan Hejar di sala 1920’an de li Mehabadê hatiye dinê. Heta 17 saliya xwe li medreseyê xwendiye. Yek ji mamosteyên wî bavê wî Mele Muhammed Pûr bûye. Li medreseyê ziman û edebiyata erebî, fiqh û zanistên dî yên dînî, edebiyata farisî û matematîkê xwendiye.
Dema Hejar dibe 17 salî û bavê wî wefat d**e. Wê çaxê neçar dimine û xwendina medreseyê berdide. Dest bi kar d**e ku debara xwişk û birayên xwe bike. Di vê navberê de eleqeya wî bi wêjeya kurdî re zêde dibe. Dîwanên helbestvanên wek Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Nalî û Hacî Qadirê Koyî ezber dibe. Û Hejar di sala 1940î de dest bi nivîsandin û helbest gotinê d**e.
RÊWÎTIYA SIYASÎ
Nivîskar Hesen Qazî Hejar ji nêz ve nas d**e. Di sala 1965an de li Qeladizê hevdu dîtine. Hesen Qazî ku bi pirtûkên Hejar jî dinase, li ser nasnameya wî ya siyasî van agahiyan dide:
"Di sala 1938an de li Rojhilatê Kurdistanê dîsa xebata netewî dest pê kir. Di wê salê Hizbî Azadîxwezanî Kurdistan hate damezrandin. Komaleyî Jiyanî Kurd (JAKAV) di sala 1942an û PDKê jî di 1'ê Îlona 1945an de hate damezrandin. Di sala 1946an de jî Komara Kurdistanê hate îlankirin. Hejar. endamê JAKAVê bû. Wê demê endamên JAKAVê navekî rêxistinî li xwe dikirin. Abdurrahmanê Şerefkendî navê Hejar li xwe kiriye. Piştre bi vî navî li tevahiya Kurdistanê hate naskirin."
Hesen Qazî dibêje, Hejar hem di nava xebatên JAKAV, hem jî PDK û Komara Kurdistanê ya ku li Mehabadê hatiye avakirin de cih digire. Lê ew herî zêde bi helbestên xwe ve derd**eve pêş. Bi taybetî helbestên ku wî di dema Komara Kurdistanê de nivîsandine, hestên welatparêziyê di nav gel de bilind d**e. Ji bo vê jî Mihemed Qazî wî weke “Şaîrê Mîllî” pênase d**e.
Dema ku Komara Kurdistanê di 17ê Kanûna 1946an de hildiweşe, Hejar jî di lîsteya lêgerînê de dimîne. Ji ber vê diçe derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Heta sala 1975an nekare vegere Rojhilatê Kurdistanê. Hesen Qazî li ser wê pêvajoyê van agahiyan dide:
"Dema ku Komara Kurdistanê hilweşiya, Hejar çû Başûre Kurdistanê. Nêzîkî 30 salan li Başûr, Bexda û Rojavayê Kurdistanê jiya. Li Rojava ligel Mala Haco bû. Li wir Mem û Zîn wergerand û kir soranî. Demekê li Bexdayê dimîne. Wê çaxê Mistefa Barzanî dest bi şer d**e. Hejar caşekî organîze d**e, cil û bergên wî li xwe d**e. Da ku xwe veşêre û bi hêsanî derbasî welat bibe. Bi vî şeklî derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Min di wê demê de, di sala 1965ê de Hejar nas kir. Piştî têkçûna 1975an, Mistefa Barzanî diçe Kerecê. Kerec bajarekî nêzîkî Tehranê ye. Hejar jî li wê bi cîh dibe û heta roja koça dawî li wir dimîne. Xebatên edebî li wir dimeşîne.”
BARZAN SHASWAR: NAVÊ HEJAR DAN BI HEZARAN ZAROKAN
Hunermendê şanoyê û pêşkêşvanê televîzyonê Barzan Shaswar di navbera salên 1980-1986an de li Radyoya Kurdî ya Tehranê kar kiriye. Li wir Hejar naskiriye û di derbarê wî de agahîyên balkêş dide.
Barzan Shaswar wisa behsa helbestvan Hejar d**e, "Hêmin û Hejar du helbestvan bûn ku ji aliyê gel ve dihat hezkirin. Her du jî xelkê Mehabadê ne. Her du jî li heman medreseyê xwendine. Paşê bi hev re tev li JAKAVê dibin. Bi hev re di xebatên Komara Kurdistanê de jî cih digirin. Qazî Mihemed wan her duyan şaîrê mîllî binav d**e. Ew hevalên bi dil û can bûne. Ji ber vê gelek malbatan navên wan dan zarokên xwe. Ger du kurên malbatekê dibûn, navê yek ji wan Hêmin û navê yê din jî Hejar danîn. Li Kurdistanê bi hezaran birayên bi vî rengî hene."
Barzan Shaswar, li ser wergerên Hejar jî dibêje, "Wî ewqas baş werger dikir ku xwendevan wisa difikirîn: Wergera wî ji orîjînal çêtir e."
GIRÎNGIYA PIRTÛKA KANÛN DER TIB
Shaswar bi taybetî pirtûka Kanûn Der Tib a Îbn Sîna mînak dide û wiha dibêje: "Îbn Sîna ev pirtûk hezar sal berê nivîsiye. Di dema Şah de xwestine ku pirtûka orîjînal wergerînin farisiya îroyîn. Lê wergerek nedîtine. Dema ku Hejar hatiye Kerecê jê xwestine ku wergerîne, ji ber ku wî bi zimanên farisî, erebî, azerî, soranî û kurmancî dizanibû û berhemên girîng wergerandibû. Hejar vê berhema li ser zanista bijîjkî ya ku hezar sal berê hatiye nivîsandin bi awayekî têgihîştî werdigerandiye farisî. Di pêşgotina xwe de wiha dinivîse: "Hin kesan nikarîbûn vê pirtûkê wergerînin. Ji ber ku Îbn Sîna bi kurdî difikirî û bi erebî dinivîsî." Paşê bi mînakan teoriya xwe rave kir. Rayedarên zanîngeha Tehranê jê xwestin ku di pêşgotinê de vê hevokê derxîne. Hejar ji wan re gotiye: "Eger ev hevok ji pêşgotinê were derxistin, pirtûka min çap nekin."
Hesen Qazî da zanîn ku wergera Îbn Sîna ji aliyê cîhana bijîşkî û derdorên rewşenbîrî ve gelekî hatiye ecibandin û dibêje, "Her kes ji Erebiya kevin fam nake. Hejar bi zimanekî pir sade ev pirtûk wergerandiye û mirov bi hesanî dixwîne. Di pirtûkê de jêrenot zêde kirine û wateya hin peyv û hevokan vedibêje. Ev jî dibe sedem ku cîhana zanistê jê sûd werbigire.”
Ji rûpela ANHA yê