14/12/2018
Kesk_Sor_Zer...........
me welat heye nav kurdistan ,,
Jêre pir pêxember daketin ..
paye bilind ,,
paye giran..
ferman dan azadî,,
ey azadî ..
kanî mafê vî gelî,,
ger nebe xwesteka me kurdan,,
wê nebi ji were ti rihetî..
ka bera were,,
ev kîye,,
ê ku ev zagon danî..
lê dan bi şev û rojan,,
hejandin textê neyaran ,,
hejandin texte asîmanan ..
me al heye ,,
aleke sê rengî,,
bihaye,,
Jêre pir çav reş birêketin..
bi mêraniya mêra,,
wêrekiya şêra,,
dil ji agir,,
dil ji kevir,,
Ji şoreşêre bûn mertal,,
bûn alîgir..
Kîna keserê hêviya birin ,,
û bi rêketin ..
ev şervanê şoreşê ,,
vîn ji vîna xwedê..
berê xwe dane çiya,,
Berê xwe dan rojê ..
ne srexet,,
ne binxet..
ne lihevkirinê sitemkara ,,
rûxandin sînor..
nehiştin,,
çewisandin dan erdê..
sê rengîye ev al,,
Zer e
tîrêjê ronahiya pêxembera,,
Ji axa xemilandî simbil ..
pêşeroja azad û ronak ,,
zanist pêşneyar û zingil..
kenê li ser rûyê zaroka ,,
pênûsa serokê serwer..
Sor e
tola giyanê pakrewana,,
awirên rojê,,
avdide bihara tevde gul..
şoreşe tim li dar e ,,
pî bi pî û mil bi mil ..
ji zendê ciwanê kurda,,
ji xuîna şehîdên nemir ..
Kesk e
Ji dewlemediya axê,,
heft cûreyên cudahiyê xwezayê,,
deştê merdiyê zengînin,,
keda xebatkar û karkerê ji dil..
her kes serfiraz ,,
bi biratî azadbe têde bilbil..
. .....
Civan Çiya
Mehsûm Ehmed