08/06/2020
Li geri saeta Ewrûpayê di 17:00an de...
Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê
Kurdisches Institut für Wissenschaft und Forschung e.V.
08/06/2020
Li geri saeta Ewrûpayê di 17:00an de...
16/05/2020
15/05/2020
17:30 Weşana zindî ji bîr nekin...
Mêvan: Rojda Çewlik
Mijar: Zimanê Kurdî
CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE! -(2020)
“Ziman zanîne, zanîn jî xwenasîn e!” (Celadet Alî Bedirxan)
Ji bo biwêja „Roja ziman“ bibe xwediyê wateyekê, divê em bi hemû hêz û derfetên xwe ve li zimanê xwe xwedî derkevin, wî têkin zimanê jiyan, nivisandin, xwendin û zimanê bazarê. Dema em vê pêk neynin, kareseta tirsnak, ango têkçûn jî her diçe nêzîk dibe. Mîr Celadet Alî Bedirxan 86 sal berê ev rastî dîtiye û şoreşeke herî binirx pêk aniye. Wê çaxê wî bingehê elîfbayeke ku bikane zimanê kurdî li cihê herî berz û layîq bide rûniştin, danî û cara yekem di rojnameya „Hawarê“ de weşand û bingehê xwendin û nivisandinê bi tîpên latinî afirand. Jiwê ev roj ji bo siberoja ziman û çanda me dîrokî û jiyanî ye. Divê ne tenê were pîrozkirin, em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ê ji vê rojê û pê ve kurdî bikin zimanê xwe yê jiyanê.
Ziman nasname ye. Pêkhatina zimanekî ne hêsan e. Ew di pêvajoya bi hezaran salan de rengê xwe digire. Ziman encama tevahiya azmûn, çalakî, fêrbûn, fikirandin, şahî, şîn, nêzîkahî, germahî, henek, yarî û çalakiya derûnî ya civakekî ye. Ji wê jî hem bingeha kesayetî û hem jî ya nasnameya (îdendîteta) neteweyekê ye. Her gotin, her heyî li gor jiyana wê civakê reng û wate digire. Wek mînak „pepûk” di civaka me da sembola şînê, lê di civakên din de tersê wê ye. “Kew” di civaka me de xwedan rengekê îxanetê, lê di civakên din de xwedan wateyê din e. “Bêrîvan” di civaka me de pîroz e, lê di civakên din de navê wê jî tune. Ji bo têgihîştinê em mînakeke balkêş a din bidin: Îngîlîz dûrbûnê bi „Mil,“ mirovên Grundlandê bi „şev û raketinê,“ em kurd jî dibêjin „Bi çend qonaxan“ jê dûr e. Ango ziman jiyan bi xwe ye. Lêkolînê zimanzanina etnîkî (etnolinguistî) bi awayekî gelek zelal nîşan dikin ku rêzimana zimanekî çanda axivêran diteyîsîne. Ango ziman ne tenê amrazeke ramandin û têgihîştinê ye, rasterast nasname û pîvana asta axivêr jî derdixe pêş. Bi gotineke din zimanê mirovekî seviya wî ya perwerede û zanînê jî raber d**e. Ziman neynika parçebûn, tehribat û kompleksên li ser kesayetiya mirovan e jî. Li rastiya xwe xwedî derketin, yan jî jê revîn nîşana vê ye. Wek mînak: em ziman ji dê û bavê xwe fêrbûn, dê û bavê me jî ji kal û pîrên me fêrbûne. Ku em wî zimanê dê û bavê xwe bi zarokên xwe nedin fêrkirin, di cihê wê de zimanê dê û bavên biyaniyan (mînak yê tirk, ereb) bidin fêrkirin, ev tê wê wateyê ku em ji dê û bavê xwe, ji kal û pîrên xwe şerm dikin, lema jî em zimanê biyanî layîqê zarokên xwe dibînin. Bi zimaneke tuj û tund ev heramzadetî ye.
Ziman qedexekirin, pêşî li pêşveçûna zimanan girtin wahşet û komkujiya herî mezin e û dijminahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê egerê jî Yekitiya Netewan (YN) sala 2008an wek sala zimanan pejirand û hin tedbîrên lijiyanêhîştina zimanan girt. Wek nimûne hin tekstên mînak bi zimanên di nav cendereya mirinê de ne, dan nivisandin. Herî zêde dewletên bênasnameyên bingehîn dijminahiya zimanan kirine. Wan ziman qedexe kirine, ango bi darê zorê li gor xwe nasnameyeke netewî afirandine. Wekî mînak: Dewleta Avusturalyayê, zimanê Awbircînan qedexe kir. Ger yekê/î bi wî zimanî biaxiviya, dikanîbû bihata bidarvekirin jî. Heman tiştî Dewleta Tirk anî serê me kurdan. Ev yek jî, li gel cinawirî, bênasnamebûn, bêçandbûn û bêsinciya dagirkerên tirk nîşan dide.
Qetliameke din a zimanan jî, zarava, devok û zimanên kêmaran e. Li piraniya welatên ku netew dewlet afirandine, zarava û devokên heremî hatine bişaftin, heta hin zimanên serbixwe jî di bin siya zaravayan de ketine bin pêla zimanê fermî. Li welatê me jî hewldaneke wiha heye, hinzarava wek zimanê fermî derketine pêş. Di vê rewşê de xetereya helandina zarava û devokan heye. Lê divê li her parceyên Kurdistanê û li her derên ku kurd lê dijîn, hemû kurdî bi her awayî werin parastin û pêşxistin.
Bi hêvîya kurd bi her awayî li zimanê xwe vegerin, roja zimanê kurdî pîroz be.
15.05.2020
Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî
li Almanyayê
Cejna zimanê Kurdî pîroz be.
Mixabin, ji ber pirsgirêkeke teknîkî me nikaribû weşana zindî bikin...
18: 30 Beşa dawî ya Beytok û Gewro ji we re dixwînim... Baldar bin zarokino!
Saet di 18:00an de em ji we re çîrokan dixwînin... ;-)
02/05/2020
DUYEMÎN ÇAPA‟ŞAHMARAN” A HEVKARÊ ME ALI HUSEIN KERIM LI İSTENBOLÊ HAT WEŞANDIN!
Di nav gel de gelek versiyonên efsaneya Şahmaran hene. Lêkolîner û niviskar Ali Husein Kerim jî versiyona efsaneya Şahmaran a çîrok di çîrokê de, bi şêweyekî felsefî û dîrokî amade kiriye.
Çapa yekemin a kurdî, romenî û almanî di sala 2017 de ji hêla weşanxaneya Exil Libris hatiye weşandin.
Ev çapa duyemîn jî, ji hêla Weşanxaneya ARê ve hatiye weşandin.
Taybetmendiyên pirtûkê:
Navê weşanxanê: Weşanxaneya AR
Mijara pirtûkê: dilsozî
Zimanê pirtûkê: kurdî
Hejmara rûpelan: 106
Ebadê pirtûkê: 13.50 x 19.50 cm
Qers:: Hevîrê duyem
Berwarê çapê: Nîsan 2020
Barkod: 9786257971102
28/04/2020
ETÎMOLOJIYA PEYVÊN “HELAL” Û “HERAM”
Ali Husein Kerim
Helal çi ye?
Tişt, xwarin û kiryarên ku li dijraberî destûrên olî nînin; tişt, xwarin û kiryarên ku ji bo bikarînana wan destûra olî h**e, jê re dibêjin “helal.”
Heram çi ye?
Tişt, xwarin û kiryarên ku li dijraberî destûrên olî ne; tişt, xwarin û kiryarên ku ji bo bikarînana wan destûra olî tunebe, jê re dibêjin “heram.”
Baş e, ev her du peyvên bibandor ji kîjan zimanî derbasî li nav zimanên hemû misilmanan bûye?
Etîmolojiya Peyva “helal”:
Gelek zimanasên misilmanan û hin kesên ji olên din dibêjin ku “helal” ji peyva erebî ḥella2 حلّ ku tê wateya “çareser bû, hat vekirin” derketiye holê.
Dema mirov peyva “hella” ku tê wateya “hel bû, vekirin, çareser bû” û têgînên “helal” datîne ber hev, çi peyvendiyên girîng di navbera wan de nabîne. Hin kesan, ji bo têkiliya herduyan bi hev re çêbikin, gotine “ev te wateya destûr dayînê jî.” Lê belê ev gotina hanê bê ku rastiyê derxin holê, bi tenê jê re wateyekî peydabikin wisa gotine. Ango tiştekî bi tekûz diyarnekirine.
Ji bo em bighêjin serokaniya peyva “helal” divê berê xwe bidin jêderkên peyvan.
Her wiha,
Li gorî samîaxêfên kevnar peyva “helal”:
Tablo 1
Li gorî Zimanên Hînd-Ewropî yên kevnar peyva “helal”:
Tabli 1-Tablo 2
Dema mirov bala xwe dide peyvên kevnar ên jor (çi yên girêdayî koma samîaxêfan, çi yên girêdanî Hînd,Ewropî hwd.) wateya peyva “helal” di hemûyan de kêm û nêzik heye. Diyare ev peyv ji dema Nostratîk maye. Nostratîk tê wateya serdema ku hê komên zimanan ji hev neqetiyaî bû.
Di xanxanka (cedwela) beşa samîaxêfên kevnar de, peyvên koka wan HL (alalu, halal, halu, hilula, hll, halleluya hwd.) ye hatiye birêzkirin. Wateya piraniya van gotinan wek“pesindarî” û “şahî” hatine selimandin. Dema mirov li derheqê tiştekî bêje, “baş e, rind e, hêja ye, guncan e û hwd.” di heman demê de pesnên wê jî dide, yanê pesend d**e. Ji ber vê egerê wateyeke peyva “helal” jî pesend kirin e. Her wisa, wek hin kes bêjin, “em filan tiştê/tiştî pesend dikin, ku ew baş e, rind e, guncan e, xwaş e, hêjaye hwd. Hûn dikarin wî/wê bikirin, birfoşin, buxwin, vexwin û hwd.”
Di xanxanka (cedwela) beşa zimanên Hînd-Ewropî û Horî-Urartu de hin peyvên pir balkêş hene. Wek mînak, di zimanê lûwiyan de peyva “halal/helal” heye û tê wateya “pak, paqij, saf, zelal.” her wisa, di zimanên din yên vê xanxankê de peyvên mîna *al-, *alōu- : *aləu-, halal/helal, ḫalalannu-/*ḫalalanuwa, ḫalalaza, alayavijnana, hilû wateya pakî û paqijiyê didin. Jixwe,”helal” tê wateya tişta paqij, bêleke, bêgemar, bêgirûz û birqok.
Di nav zimanên jor rêzkirî de, peyva ku zêde û bi têkûz him di aliyê semantîk, him aliyê têgîni û him jî aliyê fonetîkî de wek gotina “helal” xûyad**e, bi lûwiyî peyva halal/helal e. Ev jî dibe sedema ku mirov vî zimanî wek jêderka peyva “helal” bipejirîne.
Peyveke balkêş jî ḫaluli ye. Ûrartoyan bi meyê (şerabê) re digotin ḫaluli. Îro di ola Îslamê de mey heram e. Belam, li serdema oratuyan û gelên kevnar ên din, mey pîroz bû. Mirovan ew pêşkêşî xweda û xwedawendan dikirin. Di wêjeya olzaniyê de, ji vê rewşê re dibêjin lîbasyon. Dema ku lîbasyon çêbe divê av, mey yan jî nektara herî baş yan jî paqiş bê karînan. Ji ber van egeran mey wek tiştekî paqiş hatiye sêwirandin, lewma jî pêşkêşî xweda û xwedawenên xwe kirine. Heta, niha jî, ola xiristiyaniyê nirxekî hewqas mezin dide meyê (şerabê) ku wê derdixe asta xwîna Îsa pêxember. Dema ayîna komunyonê de nanê bi şerabê şilkirî duxwin û dixwazin bibin parçeyekî ji bedena pîroz, yanê ya Îsa Pêxember.
Ev jî dide xûyakirin ku peyva “helal” ne dûrî zimanê kurdî ye jî. Jixwe kurd jî vê peyvê bikartînin. Her wiha, em bi dilxwaşî dikarin bêjin ku ew peyva me hemûyan e. Ji ber ku nostratîk e, nostratîk jî tê wateya “ya me”.
Têbinî:
Ev gotar, hefteya dahatû li ser etomolojiya peyva “heram” didome!
Referans:
Ali Husein Kerim, Destan, Helbest û Mîtolojiya Horiyan, Weşanên Enstîtûta Kurdî li Almanya, 2014, Köln.
Ali Husein Kerim, Kürtçenin Etimolojisi Sözlüğü, 2019, Ar Yayınları, İstanbul.
Bernice Varjick Hecker, The Biradical Origin of Semitic Roots, The University of Texas at Austin, 2007.
Boston: Houghton-Mifflin.
C. Watkins, The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots. 2nd edition, 2000,
Comparative Grammar of the Semitic Languages, 1964, Wiesbaden: Otto Harrassowitz.
H. Craig Melchert, Cuneiform Luvian Lexicon, Chapel Hill, N.C. 1993
Hans G. Güterbock and Harry A. Hoffner, Jr., The Hittite Dictionary of the
J. Payne Smith, A Compendious Syriac Dictionary, 1908, Oxford: Clarendon Press.
Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches Wörterbuc Munih, 1959
Oriental Institute of the University of Chicago, 1989.
S. Moscati, A. Spitaler, E. Ullendorf, W. Von Soden, An Introduction to the
Sanskrit Languag 1945, Leipzig: Breitkopf and Härtel.
W. D. Whitney, The Roots, Verb-Forms, and Primary Derivatives of the
ETÎMOLOJIYA PEYVÊN “HELAL” Û “HERAM” | Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê ETÎMOLOJIYA PEYVÊN “HELAL” Û “HERAM” Helal çi ye? Tişt, xwarin û kiryarên ku li dijraberî destûrên olî nînin; tişt, xwarin û kiryarên ku ji bo bikarînana wan destûra olî h**e, jê re dibêjin “helal.” Heram çi ye? Tişt, xwarin û kiryarên ku li dijraberî destûrên ...